Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek got, "Felsefeya Bernameya Demnavîn nîşan dide ku wê Tirkiye bikeve rêyeke erênî. Loma em heyameke demkî dihesibînin. Niha jî em di wê heyamê da ne."
Wezîr Şimşek li Kuliyeya Serokomariyê di civîna ku digel nûnerên ajansên xwemalî û biyanî li ser Bernameya Demnavîn (OVP) hat kirin da axivî.
Wezîr Şimşek di axaftina xwe da bal kişand ku piştgiriya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a ji bo polîtîkaya darayiyê tam e û wiha got, "Em vê bi tenê hîs nakin, dibînin jî. Dudiliyeke herî piçûk tuneye. Felsefeya Bernameya Demnavîn nîşan dide ku wê Tirkiye bikeve rêyeke erênî. Loma em heyameke demkî dihesibînin. Niha jî em di wê heyamê da ne.
Me ji bo rojeva reformên bingehîn bernameyeke eşkere daniye. Niha hêleke wê dimîne ku ew jî çavkaniya derva ye. Ez bawer dikim ku hêla çavkaniya derva wê zexm be."