Ez Mehmet Şîmşek!
Mîna gellek welatiyên xwe, bi hêviya di dewletê bişixulim, ji Batmanê veqetiyam, wekî Wezîrê Darayê, bi niyeta dewletê bixim bin xizmeta gelê xwe, vegeriyam Batmanê.
Di sala 1997 de ez çûm New York’ê û di banqeya UBSê ku yek ji banqeyên herî mezin a razemeniyê ye de, di şaxa hûrnêrînê de, wekî wezîfedar xebitîm. Paşê di Deutsche Bank’ê ku yek ji banqeyên herî mezin yên Elmanya’ye de, di şaxa şirîkatiya Tirkiye de, wekî seraborînas xebitîm. Du sal şûnde, ez çûm Îngilîstanê û di banqeya Merrill Lynch ku di dinyayê ye de yek ji banqeyên herî mezin a veberhênaniyê ye, wekî aborînas û stratejîst xebitîm. Di bin berpirsiyariya min de ewil Tirkiye, Yewnanîstan, Rojhilatanavîn û Herêma Afrîkaya Bakur hebû, paşê dewletên pêşketî mîna Rûsya, Polonya û Macarîstan jî ketin bin berpirsiyariya min. Di sala 2005 de, di Merrill Lynch’ê de, ez bûm serokê Beşa Lêgerînên Stratejîk û Aborî ya Ewrûpa, Rojhilata Navîn û herêma Afrîka. Merrill Lynch wê çaxê, foneke 3 qet ji aboriya Tirkiye mezintir birêve dibir.