Kurte Jiyan - Mehmet Şimşek

Di sala 1967’an de, li gundê Kefre’ya navçeya Kercosê ya Batmanê, wekî zarokê herî piçûk yê malbateke xwedî 9 zarok, hatime dinyayê. Babê min Hacî Hesen jî bi çandiniyê debara xwe pêk dianî. Ez jî yek ji we me.

 

Ez Ji Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Ankara, bi serketin mezûn bûm. Min li Îngilîstanê lîsansa bilind qedand. Piştî hin ceribandinên şixulî, di sala 1997’an de çûm Newyork’ê. Paşê, ez çûm Îngilîstanê û di banqeya Merrill Lynch ku di dinyayê ye de banqeyek herî mezin ya mewdûatê ye, wekî aborînas û stratejîst xebitîm. Di sala 2005’ê de, di Merrill Lynch’ê de, ez bûm serokê Beşa Lêgerînên Stratejîk û Aborî ya Ewrûpa, Rojhilata Navîn û herêma Afrîka. Merrill Lynch wê çaxê, foneke 3 qet ji aboriya Tirkiye mezintir birêve dibir.

 

Bona şixul ji gundê xwe derketim û bi tecrubeyek dinyayê, bi armanca ji gelê xwe re bêtir kar û aş peyda bikim vegeriyam welêt. Di hilbijartinên 2007’an de, ez ji Gazîantebê, di rêza yekemînde bûm parlamenter.

 

Di hikûmeta 60. a Komara Tirkiye de, min wekî wezîrê Berpirsiyarê Aboriyê wezîfekir. Di Gulan’a 2009’an de, ez hatim ser wezîfeya Wezareta Darayê ku niha jî birêve dibim. Di hilbijartinên 12 Hezîran’a 2011 de, ji Batmanê wekî berendamê rêza 1. hatim xizmetê. Di hilbijartinên 2015’da, ez dîsa ji Gazîantepê namzedê parlementariya me.

 

Mehmet Şîmşek di hikûmeta 64.de wekî Alîkarê Serokwezîr hat wezîfedarkirin Di lîsteya 500 kesên herî bandordar yên dinyayê ku ji aliyê kovara Foreign Policy ve hatiye diyarkirin de, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek jî cih girt. Wezîr Mehmet Şîmşek, ji aliyê kovara “Emerging Markets” ve, li welatên pêşdikevin yên Ewrupa, wekî Wezîrê Darayê yê Salê hate hilbijartin.