Mehmet Şimşek : Wezîrê Darayiyê Mehmet Şimşek beşdarî Weşana Taybet ya Trt Kurdiyê bû
12.10.2015

Şimşek Êrîşa Terorî ya li Ankarayê nirxand û got;

Ev listika mezin û qirêj tu carî neqadya ye. Ev êrîş jî li dijî demokrasî û aştiyê hat bikaranîn. Em ji bo pêvajoya çareseriyê xebitin û gelek pêşda anîn pêvajoyê. Ev bombe û ev qetliama li Enqereyê jî ne li dijî vê lîstikê bû.

Wezîrê Darayiyê Şimşek derbarê siyaseta Hdpê de jî got, divê hûn navbera xwe û terorê dûr bixwin û mesafeyê deynin. Lewra bi hilbijartini, bi 80 parlameteran hûn ketin Meclîsê. Hûn li aliyekê di destê we de çek hebin û behsa aşitî û demokrasiyê bikin, ev nayê qebûlkirin. Agirbestî dibejîn lê agirbestî di navbera du dewletan dibe. Divê hun berî her tiştî çekên xwe berdin bên siyasetê.

Şimşek li ser pêvajoya çareseriyê jî got, pêvajoya çareseriyê ku me dabû destpêkirin bi vîna herî mezin dewam dike. Trajediya berê ku li dijî birayên min yên Kurdan dihat bikaranîn vêga tuneye. Ger zarokê te hebe û ku tu bixwazî vêga gelek derfet ji bo fêrîkirina zimanê Kurdî hene. Di jiyana civakî de tv, pirtûk û qurs gelek in. Di dibistanan de jî meriv dikare zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bike.  

PAYLAŞ
  • google+