Mehmet Şimşek : Ji bo mexdurên terorê 6 wezîr hatin bal hev
17.12.2015

ANKARA

Ji bo ku rewşa welatiyên ku li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn û ji ber terorê mexdûr bûne bê axaftin, bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş 6 wezîr hatin bal hev û civînek kirin.

Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li Koşka Çankayayê civînek li dar xist. Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci beşdarî civînê bûn.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa welatiyên ku li navçeyên Cizîr, Silopî û Sûrê dijîn û ji ber terorê mexdûr bûne hat kirin. Ji bo kesên ku malên xwe terk kirine alîkarî bê dayîn û ji wan re cih û war bê dîtin wezîr axivîn.

PAYLAŞ
  • google+