Mehmet Şimşek

Ez Mehmet Şîmşek!

Ez li gundekê bê ceylan, bê av, bê rê ji dayîk bûm. Bona ti gundên bê ceylan, bê av, bê rê, bê qenelîzasyon û heta bê înternet nemîne vegeriyam Batmanê.

Min dibistana seretayî û ya navîn li Batmanê, lîseyê jî li Kercosê (Gercuş)  xwend. Di sala 1988 de, ez ji Fakulteya Zanîstiyên Siyasî ya Zanîngeha Ankara’yê mezûn bûm. Di heman fakulteyê de, demek wekî wezîfedarê lêkolîn xebitîm. Paşê min ji bo hîndekariya ziman û lîsansa bilind, ezmûna Wezareta Perwerde’yê qezenc kir û ez çûm Îngilîstanê. Piştî ku min li Zanîngeha Exeter’ê di şaxa  Darayê û Aboriyê de lîsansa bilind temam kir, ez vegeriyam Tirkiye’yê. Di Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de, wekî aborînasê biqidem şixulîm.

ez-mehmet-sîmsek!

Ez Mehmet Şîmşek!

Bona şixul ji gundê xwe derketim û bi tecrubeyek kurewî, bona ji gelê xwe re bêtir kar û aş peyda bikim vegeriyam Batmanê. Bona ji Partiya Dad û Pêşketinê (AK Partî), di heyama 23. de bibim parlamenter, ji wezîfeya xwe ya li Merrill Lynch’e, di Gulan’a 2007’a de min îstifa kir. Di hilbijartinên 2007’an de, ez ji Gazîantebê di rêza yekemînde bûm parlamenter. Di hikûmeta 60. a Komara Tirkiye de, min wekî wezîrê Berpirsiyarê Aboriyê wezîfe kir. Di Gulan’a 2009’an de, ez hatim ser wezîfeya Wezareta Darayê ku niha jî birêve dibim. Di hilbijartinên 12 Hezîran’a 2011 de, ji Batmanê wekî berendamê rêza 1. hatim xizmeta we.

Ez Mehmet Şîmşek!

Ez li erdnigariyeke ku Kurdî qedexe bû mezin bûm, wekî wezîrekê hikumeta ku li dijî qedexeyan tedikoşe vegeriyam Batmanê… 

 

ez-mehmet-sîmsek!

Ez Mehmet Şîmşek!

Mîna gellek welatiyên xwe, bi hêviya di dewletê bişixulim, ji Batmanê veqetiyam, wekî Wezîrê Darayê, bi niyeta dewletê bixim bin xizmeta gelê xwe, vegeriyam Batmanê.

Di sala 1997 de ez çûm New York’ê û di banqeya UBSê ku yek ji banqeyên herî mezin a razemeniyê ye de, di şaxa hûrnêrînê de, wekî wezîfedar xebitîm. Paşê di Deutsche Bank’ê ku yek ji banqeyên herî mezin yên Elmanya’ye de, di şaxa şirîkatiya Tirkiye de, wekî seraborînas xebitîm. Du sal şûnde, ez çûm Îngilîstanê û di banqeya Merrill Lynch ku di dinyayê ye de yek ji banqeyên herî mezin a veberhênaniyê ye, wekî aborînas û stratejîst xebitîm. Di bin berpirsiyariya min de ewil Tirkiye, Yewnanîstan, Rojhilatanavîn û Herêma Afrîkaya Bakur hebû, paşê dewletên pêşketî mîna Rûsya, Polonya û Macarîstan jî ketin bin berpirsiyariya min.  Di sala 2005 de, di Merrill Lynch’ê de, ez bûm serokê Beşa Lêgerînên Stratejîk û Aborî ya Ewrûpa, Rojhilata Navîn û herêma Afrîka. Merrill Lynch wê çaxê, foneke 3 qet ji aboriya Tirkiye mezintir birêve dibir.

ez-mehmet-sîmsek!

Ez Mehmet Şîmşek!

Ez Mehmet Şîmşek!

Ji Batmanê me, Bona xizmetê li Batmanê me…

Di sala 1967 de, li gundê Arica (Kefre) ya navçeya Kercosê (Gercuş) ya Batmanê, wekî zarokê herî piçûk yê malbateke xwedî 9 zarok, hatime dinyayê. Dayîka min Mehdiye Xanim, dema ez 5 salî bûm, çû rehma Xwedê. Babê min Hacî Hesen jî bi çandiniyê debara xwe pêk dianî.  

ez-mehmet-sîmsek!